Îsrayîl pîrozbahîya burdûmankirina baregehên Heşda Şeibî li Emerîkayê dike

Binyamîn Natanyaho, serok wezîrê Îsrayîlê pîrozabahîyê li Emerîkayê dike derbarê endamdana hêrişan bo ser bareghên Heşda Şeibê li Îraq û Sûriyê.

K24- Hewlêr

Binyamîn Natanyaho, serok wezîrê Îsrayîlê pîrozabahîyê li Emerîkayê dike derbarê endamdana hêrişan bo ser bareghên Heşda Şeibê li Îraq û Sûriyê.

Ûfêr Gendilman, gotebêjê nivîsîngeha Natanyaho ragehand, evro, Binyamîn Natanyaho, serok wezîrê Îsrayîlê li gel Mayîk Pompêw civîya ye, û pîrozbahî lêkirî ye, derbarî wê pirose ya giring ku Emerîkayê li dijî Îran û birîkarên wê li deverê encam daye.

Şeva burî firokeyên cengî yên Emerîkayê baregehên Heşda Şeibî li devera Qayîm a ser bi parêzgeha Enbarê, li rojavaya Îraqê li ser sinûrê Sûriyê kirine aramanc.

 Li gor dawîn amar  jî ku evero ji alîyê Heşda Şeibî ve hatîye ragehandin, hejmara kûştîyan gehaye 25 kesan û 51 kes jî birîndar bûne.