Pompeo: Amerîka dê bi tundî bersiva her êrîşeke Îranê bide
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekez dike, Amerîka dê bi tundî bersiva her êrîşekê ji aliyê Îranê ve li dijî wê û hevalbendên wê bîne kirin bide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekez dike, Amerîka dê bi tundî bersiva her êrîşekê ji aliyê Îranê ve li dijî wê û hevalbendên wê bîne kirin bide û ragihand, karê wan bi Siûdiye, Îmarata Erebî û Îsraîlê re ji bo rûbirûbûna kiryarên xirap ên Îranê li navçeyê berdewam e.
Mike Pompeo zincîreyek ji twîttan belav kir û nivîsand, wî bi pêwendiyeke telefonî bi Cihnişînê Siûdiyê Mihemed bin Selman û Cihnişînê Ebû Zebî Mihemed bin Zayid Al Nehiyan êrîşên li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî gotûbêj kirine û tekez kirine ku Amerîka dê bi tundî bersivên êrîşên Îranê bide.
Pompeo diyar jî kir, ji bo rûbirûbûna kiryarên Îranê yên xirap li navçeyê, Amerka, Siûdiye û Îmarata Erebî dê karên xwe yên bi hev re berdewam bikin.
Herwiha Pompeo pirsa lêdanên Amerîka ji pêgehên Ketîbeyên Hizbulah re bi pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotûbêj kir û Pompeo tekez kir, Amerîka dê rênimayên Tund li hember gefên Îranê bigire ber.
Berî 3 rojan bi mûşekan êrîşek li ser serbazgeha Amerîka “K1” li bajarê Amerîkî hatibû kirin û di encamê de welatiyekî Amerîkî ku bi girêbest bi artêşa Amerîka re kar dikr hatibû kuştin û hejmarek serbazên Amerîkî û Iraqî jî bi sivikî birîndar bûbûn.
Pêr jî firokeyên F-15 ên Amerîkî pêr 3 pêgeh li rojavayê Iraqê û 2 pêgeh li rojhilatê Sûriyê ên mîlîşyayên Hizbulah bombebaran kirin.
Li gor dawî amarên ku Hizbulah bi xwe ragihandine, 25 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û zêdetir ji 50 çekdarên din jî birîndar bûne.
S. B