Rûhanî: Îran ji 40 salî ve di zehmetirîn merc re derbas dibe

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî radigihîne, bi sedema sizayên Amerîka, ji 40 salî ve Îran di zehmetirîn mercan re derbas dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî radigihîne, bi sedema sizayên Amerîka, ji 40 salî ve Îran di zehmetirîn mercan re derbas dibe.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îro di merasîma vekirina hêleke nû trênê li rojavayê Tehranê ragihand, ne ji sizayên Amerîka ba, dê dahatên Îranê salane biqasî 100 milyar Dolar zêde biba.

Da zanîn jî, bi sedema sizayên Amerîka, Îran miha di zehmetirîn rewş de dimîne û got: “Pêştir di dema şerê bi Iraqê re jî di rojên zehmet re derbas bûn, lê îro di zehmetirîn merc de ne, tevî wê jî li hember dijmin radiwestin û me hin serkeftin jî bidest xistine.”

Rûhanî amaje bi wê da, ew nikaran petrola Îranî bi rêjeyeke bilind hinarde bikin. Sizayên Amerîka dahatên Îranê di 2 salên bûrî de biqasî 200 milyar Dolar kêm kirine.

Amerîka di meha Gulana 2018an de ji rêkeftina atomî ya di navbera Îranê û 5 welatên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî ligel Almanayê de ya di sala 2015an de hatibû îmzekirin vekişiyabû û sizayên tund li ser wî welatî sepandibûn.

Bi egera buhakirina nirxê benzînê li Îranê, jî ji nîvê meha bûrî ve bû şepêleke berfireh a nerazîbûn û xwepêşandana û li gelek bajarên Îranê derketibûn.

 

S. B