Tiramp: Dema lîvîna wan milyonan Îraqîyane; ewên azadîyê dixwazin û naxwazin jêr destê Îranê bin

Serokê Emerîkayê, Donald Tiramp ragehand, Dema livêna wan milyonan Îraqîyane, ewên azadîyê dixwazin û naxwazin jêrdestê Îranê bin.

K24- Hewlêr

Serokê Emerîkayê, Donald Tiramp ragehand, Dema livêna wan milyonan Îraqîyane, ewên azadîyê dixwazin û naxwazin jêrdestê Îranê bin.

Di tiwîtekê de, ku evro li hejmarteya taybet a xwe di Tiwêterê de balvkirîye, Tiramp dibêje: Bo wan milyonan ji xelkê Îraqî, ewên azadîyê dixwazin û naxwazin li jêrdest û  desthelata Îranê bin, ev dem dema hewe ye.

 Ev axivtinên Tiramp di demkê de  dihêt, ku evro Heşeda şeibî û alîgirên wan xwenîşandan li ber derê balyozxane ya Emerîkayê li Bexda encam dan li dijî hêrişa Emerîkayê bo ser baregeha Ketîbeyên Hizbûllaha Îraqî ya ser bi Heşda Şeibî, li Îraq û Sûriyê û di encama wê hêrişê jî de. 25 kes hatin kuştin.