Lîndisî Giraham: Nabe Binxazîyeke dî li Îraqê dûbare bibe

Endamê encûmena nwênerên Emerîkayê ji Komarîyan hoşdarîyê dide berpirsên Îraqê û paraztina hevwelatîyên Emerîkayê bi taqîkirina hevalînîya Îraqê li gel Emerîka dizane.

K24- Hewlêr

 Endamê encûmena nwênerên Emerîkayê ji Komarîyan hoşdarîyê dide berpirsên Îraqê û paraztina hevwelatîyên Emerîkayê bi taqîkirina hevalînîya Îraqê li gel Emerîka dizane.

Di tiwîtekê de, di tora civakî ya Tiwîterê de, Lêndisî Giraham, serokê firakisyona Komarîyan di Civata Nwênerên Emerîkayê de, hoşdarî ya wê yekê jî dide, ku nabe Binxazîyeke dî dûbare bibe.

 Hevdem di wê tiwîtê de, Giraham amaje bi wê yekê daye, ku Îraq li beranber taqîkirineke mezin daye , ku biselmîne hevalê Emerîkayê ye û serbaz û hevwelatî yên Emerîkayê biparêze.