Hamaney bo Trump: Tu nikare tiştek bike!

Rêberê Olî yê Komara Islamî Elî Hamaney, bi zimanek tund êrîşa Amerika ser Hizbullah a Iraqê rexne kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê Olî yê Komara Islamî Elî Hamaney, bi zimanek tund êrîşa Amerika ser Hizbullah a Iraqê rexne kir.

Hamaney liser twitterê bersîva Serokê Amerikayê Donald Trump da, ku gotibû “Ger Îran destwetrdanên xwe beramberî balyozxaneya Amerika li Bexdayê bidomîne û zererek bigihe, dê Îran bac a giran bide”. Hamaney di twitter a xwe de nivîsî: “Ev zilam (Serokê Amerika Donald Trump) dinivîse, ku berpirsê rûdanên Bexdayê Îran e. Got, dê bersivê bidin Îranê! Ya yekem: Tu nikare, tiştek bike! Ya Duyem: Ger hinek mentiq ligel we heba, hûn dive bizanin liser tewanên şer we li Iraq û Efxanistanê kirî, xelk ji we nefret dike!”

Hamaney herweha rexne li Amerika dike, ku êrîşî Hizbullah a Iraqê kirî, ku wekî hevalbendê Îranê tê naskirin.

 

 

 

C.B