Elmanîya hêrişên ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda şermezar kir

Wezareta derve ya Elmanîya hêrişa ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexdaya paytexta Îraqê şermezar kir.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Elmanîya hêrişa ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexdaya paytexta Îraqê şermezar kir.

 Di beyannameyekê de, wezareta derve ya Elmanîyayê ragehand: wan hêrişên hatîne kirin bo ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda şermezar dikîn û di wê bawerîyê deyîne, paraztina selametî û asayîşa şande yên dîplomasî, yeke ji bingehên sîstema nêvdewletî û pêwîste hemû welat bi hûrî wan peyrewa wan yasayan bikin.