Çîroka Hoşeng Tahir ji Dihokê heya Wanê

Hoşeng Tahîr ji bajarê ku ji dayîk bûye Dihokê, di sala 2001'an de, ji bo ku biçe Amerîkayê, bi rê dikeve. Lê piştî ku tê bajarê Wanê, li vir dimîn e û ew rêwîtiya wî, dibe pêvgirêdanek di navbeyna mirov û binemala xwe, ya ku 50-60 sal hev nedîtîn e.

K24- Hewlêr

Hoşeng Tahîr ji bajarê ku ji dayîk bûye Dihokê, di sala 2001'an de, ji bo ku biçe Amerîkayê, bi rê dikeve. Lê piştî ku tê bajarê Wanê, li vir dimîn e û ew rêwîtiya wî, dibe pêvgirêdanek di navbeyna  mirov û binemala xwe, ya ku 50-60 sal hev nedîtîn e.

Hoşeng Tahîr di 18-19 saliya xwe da, di sala 2001'an da, ji bo ku biçe Emerîkayê ji Duhokê derdikeve û derbasî rojhilatê Kurdistanê dibe, piştî ku teqrîben salekî li rojhilatê Kurdistanê, li mala xalekî xwe dimîne jî derbasî Wanê dibe.

Hoşeng Tahîr radigihîne ku piştî tê Wanê jî daxwaza wî ew e ku biçe Emerîkayê, lê bi mirov û beşa malbata wî ya ku li Wanê dimînin ra çarenûsa wî diguhere û ew xizm û mirovên hev ku teqrîben 50-60 sal pêwendiyên wan qut bûne, bi hatina wî ya Wanê ra careke din pêwendîdar dibin. Hoşeng jî, bi mirovên xwe yên li Wanê ra dest bi kar dike û bi qîz mama xwe Sultan re dizewuce.

Hoşeng Tahîr dibêje: "Ez ji Hecî Omeran hatim sînorê Şîno û derbasî Îranê bûm. Pişt re jî çûm Mahabadê û Urmiyeyê. Jixwe zêdetir li Rizayê ya Urmiyeyê mam. Ez li gelek gundan jî geriyam li gundê herkîyan, biradostan, hinaran, min kirin mêvan û gelek jî qedra xwe girtin. Piştre jî hatim Wanê. Wan bajarekî ku min hîç xerîbî lê kîşa bû. Min dixest ku biçim Emerîka, lê ji ber min li Wanê xerîbî nekêşa, li vir mam. Hatina min a Wanê piştra di navbera Duhok û Wanê de bû cisrekî(pirekî). Min mirovên me û xizmên xwe yên li Duhokê bi mirov û xizm û pismamên me yê li Wanê ra da nasîn."

Hoşeng 14 sal e ku bi dotmameke xwe ya li Wanê, Sultan Kiliç re zewciye û 2 zarokên wî bi navê Sece û Şiyar hene.

Hevjîna Hoşeng Tahîr, Sûltan Kiliç jî radigihîne ku di zarokatiya wê de, di nav malbatê de, behsa hebûyîna xizm û nasên wan yên li başûrê Kurdistanê dihat kirin û wan jî gelek meraq dikir, lê piştî ku Hoşeng hatiye bi hemû mirovên xe ra pêwendî danîne.

Sûltan Kiliç (hevjîna Hoşeng Tahîr) got:"Di biçûkayiya xwe da min gelek meraqa mirovên me yên li Iraqê dikir. Ji ber ku bavê min her tim behsa mirovên me yên li wir dikir, behsa xalê xwe dikir. Digot nîvekî malabatê çewa li vir in, nîvekî mirovên me jî li Iraqê hene. Yanî me her meraqa mirovên xwe dikir. Piştî ku Hoşeng hat, me ev car pirsyaran ji Hoşeng dikir. Çend xuşk û bira ne, çi dikin, çewanin û her me pirsên wisa dikir û wî jî bersîvên me dida.  Piştî Hoşeng hat, bavê min û xalê xwe telefona hev peya kirin û pêwendî geş bûn. Wan vîdeoyên dîlanên xwe rêkirin, me rêkirin, ji bo teziyan serdan destpê kirin û hatin çûyîna me zêde bû."

Hoşeng niha li bajarê Wanê bi pismam û mirovên xwe ra, kargehan saz kiriye û hewl dide ku ew pêwendiyên bi rêya wî xweş bûne, ji bo malbat û welatê xwe bipêştetir bibe.

Hoşeng Tahîr dibêje: "Ez hez dikim ku dost û nasên xwe yên ji Duhokê û yên li Wanê berhev bînim û nêzîkî hev bikim. Em niha li vêrê xebata xwe dikin, ji bo xizmeta xelqê xwe, miletê xwe, bajarê xwe û welatê xwe. Serkftin ewil ji nav mirovan çê dibin. Serkeftina kar û şol yan jî di her tiştekî din, ewil bi dirustayî çê dibe."

Hoşeng radigihîne ku ew hem ji bajarê Duhokê, hem jî Wanê gelek geek hez dike û dixwaze wê dûrketina ku ne bijarteya wan buye ji holê ra bikin.