Bloomberg: keştiyên petrolê yên Îranê li bendera Çabeharê asê mane

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa "Bloomberg"ê di raportekê de belav kir ku hejmareke zêde ya keştiyên petrolhilgir ên Îranê li nêzîkî bendera "Çabehar"ê li derveyî Kendavê kom bûne û asê mane. Ev yek nîşan dide ku Tehran tevî dorpêçan li ser barkirina petrolê berdewam e, lê cezayên Amerîkayê rêyê nadin ku ew bar bigihin destê kiryaran.

Li gorî dîmenên satelaytan, nêzîkî 8 keştiyên zebelah û çend keştiyên biçûktir li nêzîkî wê benderê hatine dîtin. Bloombergê amaje bi wê yekê jî kir ku ev rewş nîşana bandora dorpêçên Amerîkayê di lengkirina gihandina petrolê ji bo bikarîneran de nîşan dide, ku wesa kiriye petrol di nav keştiyan de bimîne.

Ew raport haydariyê dide ku Îran ji ber tijîbûna embarên petrolê û nebûna cihê pêdivî bo hilgirtina berhemên nû dibe ku neçar bibe parek ji berhemanîna petrola xwe kêm bike an jî bi temamî rawestîne.

Niha nêzîkî 155 mîlyon bermîlên petrola xav a Îranê yan di pêvajoya veguhastinê de ne yan jî li ser avê di nav keştiyan de hatine embarkirin, lê ne diyar e ku Îranê çend keştiyên din ên vala ji bo barkirina berhemên nû hene.

Ev aloziya aborî encama şerê 39 rojî yê li deverê ye, ku di 28ê Sibata 2026ê de hat destpêkirin. Piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê û bersivdana Tehranê bi mûşek û dronan, Îranê Tengava Hurmizê li ber keştiyên bazirganî girt.

Piştî rawestandina şer, Amerîkayê dorpêçên giran danîne ser benderên Îranê û rê li hatin û çûna keştiyên bazirganî yên Tehranê girtiye, ku bi wê sedemê niha nikarin petrolê hinardeyî bazarên cîhanî bikin.