Projeya Ronahiyê 5 hezar û 917 jenerator vemirandine

Projeya Ronahiyê
Projeya Ronahiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî amarên Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Projeya Ronahiyê bandoreke berçav li ser parastina jîngehê û kêmkirina deng û dora jeneratoran kiriye; heta niha li seranserê Herêma Kurdistanê 5 hezar û 917 jenerator hatine vemirandin, ku ev jî bi qasî kêmkirina derdana gaza paşmayî ya zêdetir ji 1.023.699 timbêlan e.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê datayên girêdayî bandorên Projeya Ronahiyê belav kirin. Di wê daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev proje bûye sedema kêmkirina derdana 1.127.430 tonên duoksîda karbonê di salekê de. Heya niha li wan deverên ku ev proje lê hatiye bicihanîn, %80 ji jeneratoran hatine vemirandin û elektrîka berdewam gihîştiye %85 ya welatiyan.

Li gorî bajar û deveran, data bi vî rengî ne:

Hewlêr: 2.995 jenerator hatine vemirandin (570.574 tonên CO2) ku bi qasî 518.077 timbêlan e.
Silêmanî: 805 jenerator hatine vemirandin (153.440 tonên CO2) ku bi qasî 139.323 timbêlan e.
Dihok: 505 jenerator hatine vemirandin (96.281 tonên CO2) ku bi qasî 87.423 timbêlan e.
Zaxo: 489 jenerator hatine vemirandin (93.233 tonên CO2) ku bi qasî 84.655 timbêlan e.
Raperîn: 295 jenerator hatine vemirandin (56.143 tonên CO2) ku bi qasî 50.977 timbêlan e.
Soran: 284 jenerator hatine vemirandin (54.111 tonên CO2) ku bi qasî 49.132 timbêlan e.
Koye: 200 jenerator hatine vemirandin (38.106 tonên CO2) ku bi qasî 34.600 timbêlan e.
Pîrmam: 147 jenerator hatine vemirandin (27.944 tonên CO2) ku bi qasî 25.373 timbêlan e.
Helebce: 87 jenerator hatine vemirandin (16.513 tonên CO2) ku bi qasî 14.993 timbêlan e.
Sêmêl: 68 jenerator hatine vemirandin (12.956 tonên CO2) ku bi qasî 11.764 timbêlan e.
Akrê: 43 jenerator hatine vemirandin (8.129 tonên CO2) ku bi qasî 7.381 timbêlan e.
Ev proje wekî pêngaveke stratejîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetî û herwesa parastina jîngehê bi rêya nehîştina dûkelê û deng û dora jeneratorên taxan tê hesibandin. Li seranserê Herêma Kurdistanê, vê projeyê kariye rêyê li ber derdana rêjeyeke zêde ya gazên bizirar bigire, ku her sal zirareke mezin dighand keşûhewayê.