Emerîka bo Hevwelatîyên xwe: Berî biçin Îraqê wesyeta xwe binivîsin
Piştî hêrişkirine ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda, Waşintun hoşdarîyê dide wan hevwelatîyên Emerîkî, ewên dxwazin geşt bo Îraqê bikin û yekem şîret jî,ewe heya dibe geşt neke.
K24- Hewlêr
Piştî hêrişkirine ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda, Waşintun hoşdarîyê dide wan hevwelatîyên Emerîkî, ewên dxwazin geşt bo Îraqê bikin û yekem şîret jî,ewe heya dibe geşt neke.
Wezareta derve ya Emerîkayê, evro Pêncşembîyê, 2/1/2019 asyta hoşdarîyê bo asta 4 bilind kir û nivîsîye: Geşt neke bo Îraqê.
Di lîsta şîretan de li asta çarem a hoşdarîyê de, amaje bi wê yekê hatîye kirin, ku berî hevwelatîyên Emerîkayê geşt bikin bo wî cihî, pêwîste wesyetname ya xwe binivîsin û mîratgirên xwe dîyar bikin.
Berê jî balyozxane ya Emerîkayê hevwelatîyên xwe li Îraqê agahdar kiribûn ku karên balyozxane ya wan li Bexdayê hatî rewestandin li Bexda û bo her karekê pêwîst bila vegerin bo konsulxane ya welatê wan li Hewlêrê.
Roja 31/12/2019, alîgirên Heşda Şeibî û Hizbullaha Îraqê li pêş balyozxane ya Emerîkayê li devera Kesik li Bexda kom bibûnû dûv re jî hêrş kirin ser balyozxaneyê.
Sedema wê yekê jî, burdûmankirina baregehên Hizbûllah a Îraqî ye bi firokeyên bêfirkevanên Emerîkayê ku li roja 29/12/2019yê bareghên wan li ser sinûrê Îraq û Suriyê burdûman kiribû û bi sedema wê burdûmanê jî 28 çekdar hatin kuştin û 48 jî birîndar bûn.