Waşintun: Em temaşvan namînîn li beranber kiryarên Îranê ku jîyana Emerîkîyan dixe di metirsîyê de

Emerîkayê ragehand, ew burdûmanên me dijî Ketîbeyên Hizbûllah li Îraqê, wê yekê diçespîne ku Emerîka temaşavan namîne li beranber lîvînên Îranê û hêzên dûvelankên wê ku jîyana Emerîyan dixw di metirsîyê de.

K24- Hewlêr

Emerîkayê ragehand, ew burdûmanên me dijî Ketîbeyên Hizbûllah li Îraqê, wê yekê diçespîne ku Emerîka temaşavan namîne li beranber lîvînên Îranê û hêzên dûvelankên wê ku jîyana Emerîyan dixw di metirsîyê de.

Derbarê wan nûçeyên dihatin gotin li ser revîna balyozê Emerîkayê ji tirsa dûbarbûna sînaryo ya hevtayê wî li Lîbya, Waşitun red kir ku girêdan bihêt kirin di navbera serokê şande ya wan li Îraqê û hêrişkirin ser balyozxaneyê û got: Balyozê Emerîkayê li Îraqê Matiyo Tuler di geşteke xwe ya taybet de bû ku berê û berî hefteyekê bernamekirî bûye û raportên behsa windabûna wî dikin nerastin û ew dê vegere balyozxaneyê.

Indipêndint a Erebî ji gotebêja fermîya wezareta derve ya Emerîkayê, Îrîka Çosano veguhaztîye, ku gotîye: Ew hêrişên hatîne encamdan bo ser bingehên hêzên Emerîkayê li Îraqê ku çend hefteyan berdewam bûn û jîyan Emerîkîyan xiste di metirsîyê de. Ew lêdan û burdûmanên  bersiveka yekalîker bû, ku wan axivtinan xuya dike ku çend mehin serok Tiramp dibêje, em temaşavan namênîn li beranaber wan kiryarên Îran encam dide û jîyana gelê Emerîkayê dixe di metirsîyê de. Divê Îran û hêzên dûvelankên wê, ketîbe yên Hizbullah destberdin ji hêrişkirine Emerîkayê û hêzên Hevpeyman û rêz li serwerî ya axa Îraqê bigirin daku zêdetir hevrûşî kiryarên bervanîyê  nebin ji alîyê hêzên Emerîkayê ve.

Got jî: Rêveberî ya Tiramp givaşeke rasteqîne xistîye ser Îranê û dê berewam jî bîn li ser wê givaşê. Em ev sê salin ji dema me desthelat wergirtîye kar dikîn daku Îranê razî bikîn wek dewleteke surişî reftarê bike bi rê ya helmeteke givaşê ku sizadanên bihêz bi ser Îranê re hatîye sepandin ku berê nimûneya wê nebûne.

Çosano tekez kir, em givaşê li ser Komara Îsalmî ya Îranê dikîn daku aramî û akincî li teva ya Rojhelata Navîn biçespe. Çareserkirina tevaya çalakîyên xirabên Îranê li deverê, ji wan jî rêgirtin ji piştîvanî ya Îranê bo teror û teroristan, pêşxistina mûşekên balîstî û belvkirina wan, duristkirina çekê navokî û berfirehkirina milmilanêyan li deverê bi rêya dûvelankên xwe. Hêj ev erkê me ye û em pabendîn bi van erkan.