Koçka Sipî: Tiramp bi Erdogan re gotîye, mayîkirina bîyanî li Lîbya rewşê aloz dike
Koçka Sipî ragehand, serokê Emerîkayê, Donald Tiramp, bi rê ya telefonê ve peywendî bi serokê Tirkiyê re, Receb Teyîb Erdogan kirîye û gotîye wî maykirina bîyanî rewşa Lîbya aloztir dike.
K24- Hewlêr
Koçka Sipî ragehand, serokê Emerîkayê, Donald Tiramp, bi rê ya telefonê ve peywendî bi serokê Tirkiyê re, Receb Teyîb Erdogan kirîye û gotîye wî maykirina bîyanî rewşa Lîbya aloztir dike.
Herdû serokên Emerîka û Tirkiyê rewşa deverê gotûbêjkirin û li pêşîya hemûyan jî bûyerên Lîbîya û Sûriya herweha peywendîyên dû alî di navbera Waşitun û Enqereyê de behskirin.
Ajansa Andaola Tikî, gotîye, Erdogan nîgeranî û dilgiranîya xwe bi Tiramp re ragehanîdye derbarê bi armanckirina yekîneyên ewlekarîyên Emerîkayê li Îraqê û dilxweşîya xwe jî nîşan daye bi bidawîhatina hêrişa ser balyozxane ya Waşitunê li Bexdayê.
Ew peywendîya telefonî piştî wê yekê hat ku perleman Tirkiyê bi piranîya dengan biryara şandina hêzên serbazîyên Tirkiyê bo Lîbya pesind kir.