Balyozê Îranê hejmara kuştîyên hêrişa Emerîkayê bo ser otombêlên Suleymanî ragehand

Îrec Mescidî, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexda, hejmara qurabnîyên hêrişa Emerîkayê ya şeva burî bo ser otombêlên Qasim Suleymanî û Ebûmuhendis ragehand, ku li derdorê firokexane ya Bexda hatibû encamdan.

K24- Hewlêr

Mescidî dibêje: Ji bilî ceneral Suleymanî û Ebu Mehdî muhendis 10 kesên din jî di wê hêrişê de hatîne kuştin.

Herweha gotîye, karwan a ceneral Suleymanî dû otombêl bûn û di dema derkevtinê ji firokexaneyê kirîne aramnc û hatîne kuştin.