Îranê peyameka tund gehande balyozxane ya Emerîkayê

Wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê, karbirêkerê balyozxane ya Siwîsrayê gazî kir daku nerazîbûn a xwe ya tund bigehîne Emerîkayê derbarê kuştina Qasim Suleymanî.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê, karbirêkerê balyozxane ya Siwîsrayê gazî kir daku nerazîbûn a xwe ya tund bigehîne Emerîkayê derbarê kuştina Qasim Suleymanî.

Kenalên ragehandina Îranê belav kirîne, evro hevwelatî çune pêş balyozxane ya Siwîsra li Tehranê, ku nwênerînî ya berjewendîyên Emerîkayê dike û xwenîşandan li dijî kuştina Qasim Suleymanî encam dane.

Hevdem wezîrê derve yê Komara Îslamîya Îranê, Mehemed Cewad Zerîf ragehand, kuştina Qasim Suleymanî tawaneke teroristîye û divê waşitun derncamên wî karî bixe di stûyê xwe de.