Çînê helwêsta xwe ragehand

Komara Çîna Milî derbarê kuştina Qasim Suleyamanî û Ebu Muhedis ji alîyê Emerîkayê ve helwêsta xwe ragehand.

K24- Hewlêr

Komara Çîna Milî derbarê kuştina Qasim Suleyamanî û Ebu Muhedis ji alîyê Emerîkayê ve helwêsta xwe ragehand.

Wezareta derve ya Çînê di beyannameyekê de ragehand, komara Îslamî ya Çînê bi berdewamî bikarhînana hêzên di peywendîyên nêvdewletî de red dike.

 Piştî Rûsiya, helwêsta Çînê dûyem helwsta welatên endame di Ciavata Asayîşa Nêvdewletî dihêt ragehandin derbarê kuştina Qasim Suleymanî fermandarê hêza Qudis a Îranî.

Berê jî, Wezareta derve ya Sûsiya ragehandibû: Kuştina ceneral Qasim Suleymanî pêngaveka sekêşaneye ku dibe sedema berfirehbûna girjîyan li tevaya deverê.

Wezareta derve ya Rûsiya ragehand jî, Qasim Suleymanî bi dilsozî ve xizmeta dosê ya berevanîyê li bejewendî ya nîştîmanîya Îranê kirîye.

Di pişkeka dî ya axivtinên wezareta derve ya Rûsiya hatîye, serxweşîya xwe arasteya gelê Îranê dikîn bi boneya kuştina Qasim Suleymanî.