Îran: 35 bingeh û baregehên Emerîkayê dikevin mewda ya mûşekên me de

Serokê komîte ya asayîşa neteweyî û sîyaseta derve di Civata Şûra ya Komara Îslamî ya Îranê de, Mucteba Dûlnûr ragehand, tevaya bingehên serbazîyên Emerîkayê li deverê dikevin mewda ya mûşekên Îranê de.

K24- Hewlêr

Got jî: Gelek sanahe gurzeka pişt şikandinê li Emerîkayê bidîn, çunku 35 serbazgeh û baregehên wan dikevin mewda ya mûşekên Îranê de.

Herweha got: Êdî Emerîkî di deverê de selamet nabin û Civata Şûrayê bo genegeşekirina bersiva Îranê ya pêwsît dê kom bibe.

Got jî: Tawan terorkirina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis û kesê li gel wan bûn  ji alîyê Emeîkayê ve, bê besiv derbaz nabe.