Li cihê Silêmanî, Ismaîl Kaanî hate destnîşan kirin

Hate ragihandin, ku li cihê Qasim Silêmanî, Cîgirê Fermandarê Hêza Qudis Ismaîl Kaanî hate destnîşan kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hate ragihandin, ku li cihê Qasim Silêmanî, Cîgirê Fermandarê Hêza Qudis Ismaîl Kaanî hate destnîşan kirin.

Ligor agahdariyan Rêberê Olî yê Komara Islamî Elî Hamaney, li cihê Qasim Silêmanî, Cîgirê Fermandarê Hêza Qudis Ismaîl Kaanî destnîşan kiriye.

Medya Îranê ragihand, ku Kaanî aniya ziman, ku ew dê bername û siyaseta Qasim Silêmanî dom bike.

Kaani di sere di navbeyna Îran û Iraqê de, fermandariya yekîneya Nesr-5 û yekîneya Imam Riza 21 kiribû.

 

 

 

C.B