Elmanîya: Emerîka bersiva Îranê dide
Gotebêjê hikumeta Elmanîya, Olrîk Dêmir, ragehand, gurza Emerîkayê li Îraqê ku bû sedema kuştina Qasim Silêmanî, fermandeyê feyleqa Qudis a Supayê Pasdarên Îranê, bersiveka Emerîka ye bo wan kiryarên serbazîyên Îranê yên nepesind û nebicî.
K24- Hewlêr

Di konfiranseka rojnamevanî de, Olrîk Dîmir, got jî: Ev liv ş bizva Emerîkayê karvedan û bersiva Emerîkaye bo zincîre karên napesind ku Îran jê bepirsyare.
Herweha got: Em bi nîgeranî ve çavdêrîya çalakîyên Îranê li deverê dikîn û hewil didîn rê li pêşîya zêdebûna alozîyan û şer li deverê bigirîn.