Pompêw vîdyo ya sema ya Îraqîyan bi boneya kuştina Suleyamnî belav dike

Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê, di tiwîteka xwe de, vîdyo ya aheng û xweşhalîya Îraqîyan belav kiîye bi bone ya kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê Feyleqa Qudis a Sûpayê Pasdaran li gel Ebû Mehdî Muhendis cêgirê serokê Heşda Şeibî û hejmareka kesên din, ji alîyê Emerîkayê ve li Bexda.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Emerîkayê li gel vîdyo nivîsîye, Îraqî di cadeyan de semayê dikin û sûpasguzarin bi nemana ceneral Qasim Suleyamanî.

Di vîdyoyê de xuya debe ku evro, Îraqîyan bi ala ya welatê xwe ve di nav cadeyan de semayê dikin û bi bihîstina nûçeya kuştina Suleyamanî û serkirdeyên Heşda Şeibî dilxweşin.