Li Reqayê 2 şervanên HSDê di teqînekê de hatin kuştin
Du şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqayê di encama teqîna bombeyeke vedayî de canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Du şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqayê di encama teqîna bombeyeke vedayî de canê xwe jidest dan.
Çalakvanên Reqayê belav kir, şeva bûrî bombeyeke vedayî li nêzîkî rêbenda taxa Sebahiyê di otombîleke HSDê de teqiya û di encamê de 2 û şervanên HSDê canê xwe jidest dan û hejmarek din jî birîndar bûn.
Amaje bi wê da, HSDê li heman cihê teqînê 4 bergûmanên ku teqîn kiribin desteser kirin.
Roja 30î Berçileya bûrî jî, li ser riya gundê Hosê li rojhilatê Reqayê bomebeyek di nava otombîleke HSDê de teqiyabû û di encamê de jî 2 şervanên HSDê canê xwe jidest dabûn.
S. B