Suleymanî bi vê cure firokeyê hat kuştin

Medyaya Amerîka ronahiyê dixin ser firokeya drone “MQ-9 Reaer” a ji bo kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bikar hatiye, ku xwedî karînên mezin û bi bandor e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Medyaya Amerîka ronahiyê dixin ser firokeya drone “MQ-9 Reaer” a ji bo kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bikar hatiye, ku xwedî karînên mezin û bi bandor e.

Pêgeha eliktironî “New York Post” amaje bi wê firokeyê kir, ku dikare 50 hezar pê ji erdê ve bilind bifire û bigere, dikare çek û teqemeniyê bo komek erk bilbigire. Ji çekê mamnavend û ta çekê bihêz hildigire û ji dûr ve tê kontrolkirin û ji bingeh ve ji bo encamdana êrîş û bombebarankirinê hatiye dirustkirin.

Wê pêgehê ku zanyariyên xwe ji Pentagonê wergirtine diyar dike, tevî ku dikare li esman ji armanca xwe ve nêzîk bibe, xwedî karîneke newaz jî bo pêkanîna êrîşê li dijî armancên hestiyar di demeke kêm de.

Giraniya vê firokeyê 2 ton e û di proseyên çavdêrî û alêkariya hêzan di proseyên rizgarkirinê de roleke girîng dilîze û dikar e karên çengî yên neasayî encam bide. Hêzên Esmanî yên Amerîka ku ew zanyarî li ser wê firokeyê belav kirine, cara yekem di sala 2007an de karên bi vê firokeyê kirine.

Ev firoke dikare di demjimêrekê de 230 Mil biçe û ji dûr ve tê kontolkirin. Têçûna wê firokeyê jî 64.2 milyon Dolarên Amerîkî ye.

“MQ-9 Reaper” e, li berawird firokeyên din, ev firokeyeke gelekî giran û selamet e, ji ber ku bi mûşeka cura “AGM-114 Hellfire” û çek û teqemeniyên din dikar armancên xwe pêk bîne.

Şeva 03. 01. 2019an yek ji vê cura vê firokeyê li nêzîkî Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê, Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Mohendis û çend kesên din di 2 otombîlan de şewitandin.

 

S. B