Hişyariyeke din ji Trump bo Îranê
Serokê Amerîka Donad Trump radigihîne, Amerîka 2 trilyon Dolarên Amerîkî li çekên pêşketî xerc kirine, ew baştirîn çek li cîhanê ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donad Trump radigihîne, Amerîka 2 trilyon Dolarên Amerîkî li çekên pêşketî xerc kirine, ew baştirîn çek li cîhanê ne.
Trump di twîtteke nû de ragihand, heger Îran êrîşî ser binkeyên Amerîkî yan Amerîkiyan bike, ewê bê dudilî bersivên tund didin.
Got jî: “Îran êrîş kir, me bersiv da, heger careke din êrîş bikin, ez şîretê li wan nakim ku wiha bikin, ji ber ku emê ji cara berê bihêztir lê bidin”.
Pêştir jî Serokê Amerîka Donald Trump gefeke tund û rasterast li Îranê xwar û got, Washingtonê 52 armancên Îranê diyar kirine, heger Tehranê her êrîşekê bike, ew armanc dê werin wêrankirin.
S. B