“Kuştina Suleymanî dê bandorê li rojhilatî Firatê bike”
Kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis a ser bi Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî ji aliyê Amerîka bandora xwe dixe ser rewşa Rojavayê Kurdistanê.
K24 – Qamişlo
Kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis a ser bi Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî ji aliyê Amerîka bandora xwe dixe ser rewşa Rojavayê Kurdistanê. Encûmena Rûsipiyan a Rêveberiya Xweser dibêje, hebûna Îranê dê li navçeyê pûç bibe. Partiyên nêzîkî rêjîma Sûriyê jî dibînin ku Îran dê tola Suleymanî hilde.
Endamê Encûmena Rûsipiyan a Rêveberiya Xweser Hekem Xelo di vê derbarê de ji K24ê re got: “Îran dewleteke xwedî dezgeh e, kuştina kesayetiyekî bandoreke mezin nake, lê dê sînorekê ji hejmûna Îranê li navçeyê re deyne, çi li ser civaka û çi di destêwerdanên leşkerî de. Herwiha ew bi xwe jî peyameke Amerîkî ji Îranê re bû, ku dema Amerîka bixwaze sînorên wê ji Îranê re danîne derbas bike, ew dikarin hemû destêwedanan bikin.”
Ji aliyê xwe ve, Seroka Partiya Ciwanan bo Avakirin û Guhertinê Perwîn Îbrahîm ji K24ê re diyar kir, Îran dê bi çalakiyên cuda cuda êrîşî baregehên Amerîkî bike û ev yek dê rê li ber vekişandina hêzên Amerîkî ji rojhilatê Firatê veke û navçe dê di qonaxeke nû re derbas bibe. Ji ber wê, divê ew xwe ji her egerekê re amade bikin.
