Li Dêrazorê 4 şervanên HSDê hatin kuştin
Di encama teqîna bombeyeke vedayî li gundewarê Dêrazorê de, 3 şervanên HSDê canê xwe jidest dan, di êrîşeke din de jî şervanî HSDê hat kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqîna bombeyeke vedayî li gundewarê Dêrazorê de, 3 şervanên HSDê canê xwe jidest dan, di êrîşeke din de jî şervanî HSDê hat kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li ser riya bajarokê Hewayic yê rojavayê Dêrazorê, bombeyeke vedayî di nava şervanên HSDê de teqiya û di encamê de 3 şervanan canê xwe jidest dan û 3 şervanên din jî birîndar bûn.
Rewangehê ragihand jî, di êrîşeke çekdarên DAIŞê li ser tankerên petrolê de li nêzîkî kêlgeha petrolê Efîf ya li bakurê Dêrazorê, şervanekî HSDê canê xwe jidest da û şervanek jî birîndar bûbû.
Li gor hin pisporan, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, derfet da DAIŞ ku ji nû ve liv û tevgerên xwe zêde bike.
S. B