Gernas Maao bi xewna xwe vedigere Amûdê

Gernas Maao yek ji hunermendên navdar ê bajarê Amûdê ye.

K24 – Qamişlo

Hunermendekî Kurd ê li amûra defê dide, piştî salên dirêj ji penaberiyê, careke din vedigere Rojavayê Kurdistanê bi hêvî ye asta hunerê li bajarê xwe bilindtir bike û navnedeke taybet bi defê ava bike.

Gernas Maao, yek ji hunermendên navdar yê bajarê Amûdê ye û wî gelek mûzîkên folklorî yên Kurdî li hejmarek mezin ji welatên cîhanê di riya amûra defê re lê daye. Hunermendê ku li Almaniya dest bi hunera xwe kiriye dibêje, tevî ku def yek ji amurên resen ên Kurdan e, lê guhdana hunermendên biyanî bi vê amûrê ji Kurdan bêhtir e, loma bandora wan li hunera wî heye.

Piştî zêdeyî 20 salan ji benaberiyê, Gernas careke din vedigere Amûdê bi hêviya ku xewna xwe ya avakirina navendeke taybet bi defê pêk bîne. Gernas dibêje civak bi çavekî biçûk li defê dinere û pêkanîna xewna wî ne hêsan e, lê ewê hemu hewildanên xwe bike, da ku ev xewn bibe rastî.

Hnuermendê 38 salî li gelek konsert bi hunermendên biyanî re li Rojhelata Navîn û Ewropayê lidar xistiye. Gernas di peymangehekê li Berselona hunera xwe pêsxistiye û niha dixwaze zanistiya xwe veguhêze Rojavayê Kurdistanê.