Putin û Mêrkel rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj dikin
Serokê Rûsyayê û Şêwirmenda Almanyayê dicivin û rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj dikin.
K24- Hewlêr
Serokê Rûsyayê û Şêwirmenda Almanyayê dicivin û rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj dikin.
Biryar e roja Şemîya bê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin û Şêwirmenda Almanyayê Angêla Mêrkel li Moskow bicivin, û rewşa Rojhilata Navîn piştî kuştina Qasim Suleymanî gotûbêj bikin.
Piştî kuştina Fermandeyê berê yê Feyleqa Qudis, tevayiya serkirdeyên cîhanê daxwaza aramkirina rewşê ji Amerîka û Îranê dikin û civîna Putin û Merkel jî, di çarçoveya wan hewlan de ye, bo kêmkirina aloziyên li Rojhilata Navîn.