Pompêw: Adil Ebdulmehdî li jêr fişara Îranê dest ji kar vekişnad

Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê ragehand, ew dê berdewam bin li kempîna ji navbirina terorê li Îraqê û em bi bawerîne ku xelkê Îraqê dixwaze hêzên Emerîkayê di welatê wan de bimînin. Herweha amaje kirîye ku welatê wî li ser sitratîcîyeta xwe li Rojhelata Navîn berdewam dibe.

K24- Hewlêr

Pompêw got jî: Divê xelkê Emerîka bizanin ku serok Tirampî ti caran şerim ji paraztina Emerîkayê nekirîye. Karên çend rojên burî û sitratîcîyeta sê salên burî jî li Rojhelata Navîn di wê çarçovya de ye.

Di pişkeke dî ya axivtinên xwe de got: Ev çend salin Em li Îraqê ne û me hevkarî ya wan kirîye li şerê dijî terorê. Serok wezîrên Îraqê jî bi sedema fişaraên berdewamên serkirdeyên Îranê dest ji kar vekişand. Em di wê bawerîyê deyîne ku xelkê Îraqê dixwazin Emerîka di welatê wan de bimîne û berdewam bîn li kempîna ji navbirina terorî di wî welatîn de.