Parlemana Îranê Pentagonê dixe lîsteya terorê
Wek karvedan li ser kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê Qasim Suleymanî, Parlemana Îranê fermanberên Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) xistin lîsteya terorê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wek karvedan li ser kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê Qasim Suleymanî, Parlemana Îranê hemû fermanberên Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) xistin lîsteya terorê.
Ji bilî fermanberên Wezareta Berevaniyê ya Amerîka, Parlemana Îranê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê jî xiste lîsteya xwe ya terorê.
Herwiha Parlemana Îranê hemû kesên ku pêwendiyên wan bi kuştina Qasim Suleymanî re hene jî, xistin lîsteya terorê.
Ji aliyekî din ve, Parlemana Îranê hin rênimayên yasaya bersivdana tawanên Amerîka jî veguhartin.
Piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump di meha Nîsana 2019an de, Supaya Pasdarên Îranê xistibû lîsteya xwe ya terorê. Piştî wê bi mehekê Parlemana Îranê yasaya bersivdana tawanên Amerîka pesend kiribû.
Ji aliyekî din ve, Parlemana Îranê deng da yasayekê ku Hikûmeta Îranê pabend dike, 200 milyon Dolar wek piştevanî bide Feyleqa Qudisê ya ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve.
S. B