Iraq: Rê nadin Iraq bibe qada şer û alozî zêdetir bibin
Wezîrê derve yê Iraqê ragihand, rê nadin Iraq bibe qada şer û alozî zêdetir bibn.
K24- Hewlêr
Wezîrê derve yê Iraqê ragihand, rê nadin Iraq bibe qada şer û alozî zêdetir bibn.
Wezîrê derve yê Iraqê Mhemed Elî Hekîm û Wezîrê derve yê Hollandayê Stef Blok bi rêya telefonê rewşa navçeyê û Iraqê gotûbêj kirin. Wezîrê derve yê Iraqê tekez kir, ku binpêkariyên rû didin rawestîn in û rê nadin Iraqê bibe qada şer. Got jî, pêwîst e rêz li serweriya Iraqê were girtin.
Herweha Mhemed Elî Hekîm, rola Hollandayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de bilind nirxand û hêvî xwest, hemahengiya di navbeyna her du welatan de, berdewam be.