Zerîf: Îranê berevanî li xwe kiriye

Piştî êrîşa mûşekî ya Îranê li ser binkeya Eyn Esed li Iraqê, Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, Tehran şer naxwaze û li gor madeya 51 ya yasaya navdewletî, berevanî li xwe kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî êrîşa mûşekî ya Îranê li ser binkeya Eyn Esed li Iraqê, Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, Tehran şer naxwaze û li gor madeya 51 ya yasaya navdewletî, berevanî li xwe kiriye.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, welatê wî şer naxwaze. Ev daxuyanî piştî ku Îranê bi mûşekan êrîşî binkeya serbazî ya Amerîkî li Iraqê kir tê.

Zerîf ragihand jî, Îranê tenê li hember dijmin berevanî li xwe kiriye û şer naxwaze.

Wezîrê Derve yê Îranê amaje bi wê da, Îranê li gor madeya 51 ya yasaya navdewletî berevanî li xwe kiriye û êrîşî ser wê binkeya ku ji vê êrîş lê hatiye kirin kiriye.

Serokê Amerîka Donald Trump di twîttekê de ragihandibû, Îranê êrîşî ser du binkeyên serbazî yên Amerîka li Iraqê kirin.

Trump ragihand jî, ew niha lêkolînê derbarê ziyanan dikin û ta niha her tişt baş e, wek amajeyek ku ziyanên canî di wan her du êrîşan de nîn in.

 

S. B