Firokeyeke Ukraynî bi 180 kesî ve kete xwarê
Firokeyeke Ukraynî bi 180 rêwiyan li nêzîkî Tehranê kete xwarê û bi dehan ambulans gihîştin cihê bûyerê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyeke Ukraynî bi 180 rêwiyan li nêzîkî Tehranê kete xwarê û bi dehan ambulans gihîştin cihê bûyerê.
Medyayên Îranê belav kir, firokeyeke Ukraynî ya neferhilgir bi 180 kesî li nêzîkî firokexaneya Tehranê kete xwarê.
Li gor zanyariyan, firoke ji cura Boeing 737 e û ser bi hêlên Ukranyayê ye, piştî firîna ji firokxaneya Xumeynî bi de xulekan ji ber pirsgirêkeke teknîkî kete xwarê.
Telefizyona Îranê jî ragihand, di encama ketina firokeya Ukraynî de 180 kes canê xwe jidest dan.
Hat ragihandin, ew firoke bi 180 rêwiyan ji firokxaneya Xumeynî ber bi Kiyêv Paytexta Ukraynayê birê ketibû.
S. B