Ebdulmehdî: Em ji êrîşê agahdar bûn
Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Ebdulmehdî ragihand, Îranê Iraq bi êrîşan agahdar kiribû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Ebdulmehdî ragihand, Îranê Iraq bi êrîşan agahdar kiribû.
Adil Ebdulmehdî di daxuyaniyekê de ragihand, wî piştî nîvê şevê nameyek ji Îranê wergirt, ku Îran bersiva li ser kuştina Qasim Suleymanî destpê kiriye yan dê destpê bike.
Ebdulmehdî diyar kir, Îranê jê re gotiye, êrîşa dê tenê li ser binkeyên serbazên Amerîkî lê ne be, bêyî ku cihê wan binkeyan diyar bike.
Amaje bi wê jî da, Amerîkayê jî ew agahdar kiriye ku hin mûşek li binkeyên serbazî yên Amerîka ketine.
Serokwezîrê Iraqê tekez kir jî, di dema agahdarî ji Îranê wergirtiye, wî jî yekser hêzên Iraqî bi nûçeya êrîşê agahdar kirin, lê wî ti raport derbarê ziyanan, ne ji artêşa Iraqî û ne ji Hevpeymaniya Navdewletî wergirtiye.
Ebdulmehdî diyar kir jî, ew ji bo kêmkirina aloziyan pêwendiyan dike û tekez kir, Iraq binpêkirina serweriya wê û destdirêjiya li ser xaka wê red dike.
S. B