Kaani: Heta Amerika ji herêmê bê derxistin, dê têkoşîna me bidome
Fermandarê Hêza Qudis a Îranê Ismail Kaani, yê ku piştî kuştina Qasim Suleymanî hat destnîşankirin, diyarkir ku: “Heta Amerika ji herêmê bê derxistin dê têkoşîna wan bidome...
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Hêza Qudis a Îranê Ismail Kaani, yê ku piştî kuştina Qasim Suleymanî hat destnîşankirin, diyarkir ku: “Heta Amerika ji herêmê bê derxistin dê têkoşîna wan bidome. Dê liser rêya Qasim Suleymanî xebat û çalakiyan bikin”.
Ligor Kaani, avêtina mûşekan hemberî binkeyên Amerika li Iraqê û herêmê dê bidomin.
Ismail Kaani yê ku ji cihê Qasim Suleymanî, wekî Fermandarê Hêza Qudis hate destnîşankirin:
Di sala 1957an de li herêma Xorasan a bakur, li navenda Mocnurd hate dinê. Kaani di meha Berçile ya 1982an de bû endamê Sûpaya Pasdaran. Di dema sere Iraq-Îranê de Fermandarê Hêza Nasr – 5 bû.
Di sala 1996an de, Operasyonên Îranê yên dijî grûpên Efxanî yên maddeyên hişber birêve bir.
Ismail Kaani piştî kuştina Qasim Suleymanî, bi fermana Rêberê Olî yê Komara Islamî yê Îranê Elî Xamneyî, wekî fermandarê Hêza Qudis hate destnêîşan kirin, ku berî wê cîgirê Suleymanî bû.
C.B