Ebdulmehdî û Çawvuşoglu rewşa navçeyê guftûgo dikin

Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawvuşoglu rewşa navçeyên guftûgo dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawvuşoglu rewşa navçeyên guftûgo dikin.

Îro Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi serdanekê gihîşt Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Ebdulmehdî re civiya û biryar e jî bi berpirsên din Iraqê re jî bicive.

Mebesta serdana Çavuşgolu bo Bexdayê, kêmkirina aloziyên e, yên ji piştî êrîş û bombebaranên çend rojên bûrî yên ji aliyê Amerîka û Îranê ve çêbûne.

Bi zêdebûna aloziyan re, Tirkiye daxwaz dike her du alî xwe bigirin û rê li ber zêdebûna aloziyan bigirin.

 

S. B