Sûpayê Pasdaran ji ber van sedeman me nexwazt ti serbazekên Emerîkî bihên kuştin
Fermandeyê hêzên asmanî yê Supayê pasdarên Komara Îslamî ya Îranê ragehand, Tehranê ne daxwazt serbazên sûpayê Emerîkayê bikuje û tenê xwazt li cibexaneyên wan bide.
K24- Hewlêr
Fermandeyê hêzên asmanî yê Supayê pasdarên Komara Îslamî ya Îranê ragehand, Tehranê ne daxwazt serbazên sûpayê Emerîkayê bikuje û tenê xwazt li cibexaneyên wan bide.
Hacî Zade, fermandarê hêzên asmanîya Îranê got jî: Ew hêrişa mûşekî destpêke bp operasyonên mezintir û livîna dahatî ya Supayê Pasdaran.
Herweha got: Ti tiştek qerebû ya Qasim Suleymanî, fermandarê Feyleqa Qudis nake, heya kuştina Tirmp jî qerebûya wî nake.
Amaje bi wê yekê jî da, hevdem li gel hêrişa mûşekî bo ser serbazên Emerîkayê, wan hêrişeka elikitronî jî bo ser sîstema gemîyên serbazîyên Emerîkayê û sîstema firokeyên çavdêrên Emerîkayê ji ka xistine.
Herweha got: Ewa Tiramo dibêje, ku ti zîyan bi wan nektîye, neraste û 9 firokeyên Emerîkayê birîndarên wan vediguheztin bo nexweşxaneyên Îsrayîl, Ûrdin û Bexdayê.
Tekez jî kir, Tole ya xwîna Qasim Suleymanî lêdana serbazgehên Emerîkayê nîye, lê neman û derçûna supayê Emerîkayê ye li deverê.