Yekem bersiva fermî ya Îranê bo daxwazîyên Tiramp

Îranê bi awayeka fermî bersiva Donald Tiramp, serokê Emerîkayê dide, ku daxwaz ji Îranê kiribû li gel hevdû hevkar bin.

K24- Hewlêr

Îranê bi awayeka fermî bersiva Donald Tiramp, serokê Emerîkayê dide, ku daxwaz ji Îranê kiribû li gel hevdû hevkar bin.

Li gor ajansa Royeterz, Mecît Text Rewançî, balyozê Îranê li Neteweyên Hevgirtî ragehand, di demekê de, ku sizayên Emerîkayê li ser Komara Îslamî ya Îranê berdewam in, ew daxwazîya Tiramp kirîye bo hevkarîyê di navbera Emerîka û Îranê de cihê bawerê nîne.

Rewançî di hevpeyvîneka rojnamevanî de, got: Waşintunê bi kuştina Qasim Suleymanî zincîreyeka alozîyên dijmînkarîya nû li dijî Îranê durist kir.

Ev piştî wê yekê heta ku duhî, Donald Tiramp, serokê Emerîkayê ragehand, bersivdana wan bo hêrişên muşekîyên Îranê bo ser bingehên serbazîyên wan li Îraqê, sepandina sizayên nû dibin.