Îraq sîstema S300 Rûsî dikre

Îraq dixwaze girêbesta kirîna sîstema berevanîya S300 a Rûsî li gel Moskoyê carek dî çalak bike.

K24- Hewlêr

Îraq dixwaze girêbesta kirîna sîstema berevanîya S300 a Rûsî li gel Moskoyê carek dî çalak bike.

Mehemed Reza, serokê Komîteya asayîş û berevanîyê di Civata Nwênerên Îraqê de aşkera kir, supayê Îraqê dest bi çalakkirina girêbesta kirîna sîstema mûşekî ya S300 a Rûsî kirîye ku mewdayê wê digehe 200 Km.

Serokê Komîteya Asayîş û Berevanîyê amaje bi wê yekê jî kir, Îraqê coreke sîstema berevanîya mûşekî heye, ku mewdayê wê digehe 200 Km û li deverên giring û hestyarên welat belav kirîne.

Ji alîyekê dî ve, Yehya Resûl, gotebêjê wezareta berevanîyê ragehand, wezareta wan hewil dide sistema berevanîyê bihêz bike û bo evê yekê jî, bi nîyae çend firokeyên din yên F16 û T50 ya Kurî û 159 a Çîkî bikire.

 Ev di demekê de ye, di dema çend rojên burî de, bi kuştina Qasim Silêmanî û burdûmankirina bingehên serbazî yên Emerîkayê, bi awayeka aşkera serwerî ya axa Îraqê hat binpîkirin.