Evro li Bexdayê xwenîşandana milyonî birêve diçe
Evro, Heynîyê 10/1/2020, 100 roj bi ser destpêkirina xwenîşandanên Îraq re dibure ku li 1ê Çirya Yekem 2019 destpêkir.
K24- Hewlêr
Evro, Heynîyê 10/1/2020, 100 roj bi ser destpêkirina xwenîşandanên Îraq re dibure ku li 1ê Çirya Yekem 2019 destpêkir.
Li sinûra 10 parêzgeha naverast û başûrên Îraqê, xwenîşanderên Îraqê daxwaza guhetina sîstema sîyasî û dûkevtina hizban ji desthelatê û çaksazîyan dikin.
Biryare evro li Bexdayê xwenîşandana milyonî li Bexda bihêt encamdan û têda daxwaza pêkanîna hikumeteka bihêz û encamdana çaksazîyên temam di desthelata sîyasî, rêveberî û abûrîya welat bihêt kirin.
Çalakvan û rêkxerên xwenîşandanan li Bexdayê amadakarî kirîne û cade bi durişm lafîteyên corbicor xemlandine.