Serokwezîre Iraqê seredana Kurdistanê dike
Serokwezîrê Îraqê serdana Hewlêrê dike û ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Îraqê serdana Hewlêrê dike û ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê dicive.
Medyaya Îraqê belav kiriye, ku biryar e sibe Adil Ebdulmehdî ligel şandeke bilind a Îraqê serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel berpirsên Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Îraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û dîtina rêçareyekê ji bo krîza niha gotûbêj bikin.
Iraq ji rewşek aloz a navxweyî, herweha wekî meydan a aloz di navbeyna Îran û Amerika de bû ye û ev yek, rewşek metirsîdar li Iraqê aniye pêş. Di vê tevlîheviyê de, herêma Kurdistanê, wekî model a serkeftî û pêşkeftî bi binemaya demokrasî û aştiya navxweyî tê dîtin.
Piştî destbikarbûn a Adil Ebdulmehdî wekî Serokwezîrê Îraqê, ev yekem serdana wî ye, ji bo Herêma Kurdistanê.
C.B