Ukrayna daxwaza qerebûkirinê ji Îranê dike

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelinsky piştî xistina firokeya Ukraynî ji aliyê Îranê ve, daxwaza qerebûkirinê ji wî welatî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelinsky piştî xistina firokeya Ukraynî ji aliyê Îranê ve, daxwaza qerebûkirinê ji wî welatî dike.

Artêşa Îranê li xwe mikurhatibû ku firokeya Ukraynî bi 176 rêwiyan roja Çarşema bû 8ê Çile, bi şaşîtiyeke bi mûşekekê ketibû xwarê.

Serokê Ukraynayê ragihand, welatê wî li benda wê yekê ye, Îran daxwaza lêborîna dîplomasî bike û divê xwediyê qurbaniyan qerebû bike û ew kesên bûne sedema xistina firokeyê siza bide.

Her di wê derbarê de Serokê Îranê Hesen Rûhanî di teittekê de ragihand, lêkolîn di bûyerê de berdewam e û ew kesên bûne sedema ketina firokxaneyê siza didin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî got, Îran bi temamî di ber ketina firokeya Ukraynî de berpirsyar e.

 

S. B