Tiramp hoşdarîyê dide Îraqê
Serokê Emerîka hoşdarîya destserdagirtina hejmareka bankî Îraqê dide.
K24- Hewlêr
Serokê Emerîka hoşdarîya destserdagirtina hejmareka bankî Îraqê dide.
Berpirsekê bilindê Îraqê bi rojnameya Wol Strît Cornal re ragehand: Donal Tiramp, hoşdarî daye hikumeta Îraqê, heke Îraq rijt bin li ser biryara derkirina hêzên Emerîkayê, wê demê rêveberîya Tiramp hejmareka Banka Navendî ya Îraqê di banka yedega fedralîya Emerîkayê de desteser dike.
Tevaya dahata firotina petrola Îraqê diçe nêv wê hejmara banka navendî ya Îraqê de û her ji wê hejmarê hikumet mûçe û pere yên girêbestên xwe dide.
Berê jî Donald Tiramp ragehandibû, Ew bi wê mercê amadene hêzên xwe ji Îraqê vekşînin ku hikumeta Îraqê tevaya xercîyên wan bide.