Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê li Kobanê dikin

Li gundewarê Kobanê gereke çavdêriyê ya hevbeş a hêzên Rûsî – Tirkî birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundewarê Kobanê gereke çavdêriyê ya hevbeş a hêzên Rûsî – Tirkî birêve diçe.

Peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanîn, îro gereke çavdêriyê ya hevbeş a hêzên Rûsî – Tirkî li rojavayê Kobanê destpê kir û dê di 7 gundan re derbas bibe.

Piştî rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha bûrî li bajarê Soçî, hêzên Rûsî û Tirîkî hejmarek gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê dikin.

Ev 21emîn gera hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li Rojavayê Kurdistanê û ya 8emîn li herêma Kobanê ye.

 

S. B