Mihemed Şukrî: HITEX 2026 ciyawaztir e û berhemên navxweyî tê de tên pêşandan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ragihand, pêşangeha îsal a HITEXê ji ya salên borî pêşketîtir e, ji ber ku berhemên teknolojîk ên navxweyî, di nav de mobaylên zîrek ên li Herêma Kurdistanê hatine berhemanîn û sîstemên bankî yên zîrek, tê de tên nîşandan.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re diyar kir; beşdariya wan kompanyayên ku di warê teknolojî û sîstemên bankî yên zîrek de dixebitin, ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e.

Mihemed Şukrî bal kişand ser pêşketina bilez a teknolojiyê li seranserê cîhanê û destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze bi rêya veberhênanê di hemû waran de, ji bo başkirina asta jiyan û xweşguzeraniya welatiyan sûdê ji baştirîn teknolojiyên serdemê werbigire.

Serokê Desteya Veberhênanê her wiha behsa berfirehbûna rola “Zîrekiya Destkird” (AI) kir û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê bikaribe di warên pîşesazî, çandinî, geştiyarî, perwerde, xwendina bilind û tenduristiyê de teknolojiyê zêdetir bixe xizmetê, da ku welatî bi awayekî berfirehtir jê sûdmend bibin.

7emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Teknolojiyê (HITEX) îro 6ê Cotmeha 2026an li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê li Parka Samî Ebdilrehman, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hate vekirin.

HITEX ku wekî 6emîn mezintirîn pêşangeha teknolojiyê li Rojhilata Navîn tê hejmartin, îsal ji bo 7emîn sala li pey hev tê lidarxistin û nûtirîn dahênanên warê teknolojiyê lê tên pêşandan.