Mesrûr Barzanî: Hizirkirina dahênerane ya ciwanên me bo me mezintirîn destkeftî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku hizirkirina berdewam a ciwanên me di afirîneriyê de û tevlîbûna wan di pêşxistina civaka xwe de bo me destkeftiyê herî mezin e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşem, 06ê Cotmeha 2026ê, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî: "Îro li bajarê Hewlêrê, me Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyayê HITEX 2026 vekir û me ew pêşketin dîtin ên ku ji aliyê ciwan û kompaniyên Herêma Kurdistanê û derve ve di pêşangehê de hatibûn berçavkirin."

Serokwezîr herwesa ragihand: "Hizirkirina berdewam a ciwanên me di afirîneriyê de û tevlîbûna wan di pêşxistina civaka xwe de bo me destkeftiyê herî mezin e." Amaje da wê yekê jî ku sermayeya herî mezin li Herêma Kurdistanê ne çavkaniyên binerd, belku mirov bi xwe ye.