Şandeke Herêma Kurdistanê derbarê maf û şayisteyan de serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a danûstandinan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe serdana Bexdayê dike. Şande dê ligel berpirsên hikûmeta federal li ser pabendbûn, maf û şayisteyên darayî yên Herêmê di budceya giştî ya sala 2027an de danûstandinan bike.

Biryar e sibe 7ê Cotmeha 2026an, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihîje paytexta Iraqê Bexdayê. Armanca sereke ya vê serdanê gotûbêjkirina erk û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ye di reşnivîsa qanûna budceya federal a sala 2027an de.

Şanda Herêmê dê bi hevahengiya ligel parlamenter û nûnerên Kurd ên li Bexdayê, zincîreyek ji civînan ligel Wezareta Darayî ya Iraqê pêk bîne. Armanc ew e ku her du alî bigihin têgihîştineke hevpar û dadperwerane derbarê pabendiyên darayî û petrolê, her wiha dabînkirina mafên Herêmê di budceya 2027an de bê garantîkirin.

Di çarçoveya civînan de, şanda Herêmê dê tekez bike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erk û pabendiyên xwe yên darayî û petrolê li hemberî hikûmeta federal bi cih anîne û dê ji bo sala 2027an jî li ser vê pêgiriyê berdewam be; lewma ti hincet û sedemek ji bo paşxistin, ragirtin yan kêmkirina şayisteyên darayî yên Herêmê nemaye.

Her wiha di civînan de, dê bi berfirehî behsa hemû mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bê kirin; di nav wan de meaşê fermanberan, hêzên Pêşmerge, asayîşa navxwe, xaneşînan, zindaniyên siyasî, kesûkarên şehîdan û wergirên alîkariya civakî. Li kêleka vê yekê, dosyeyên xaneyên mîlakê, pilebilindkirina fermanberan, xerckirinên xebitandinê, projeyên veberhênanê û xerciyên serwerî li gorî destûr û yasayan tên nirxandin.

Şanda Herêma Kurdistanê pêdagir e ku divê tevahiya maf û şayisteyên darayî yên Herêmê di qanûna budceya 2027an de, bi awayekî zelal û yasayî bên çespandin, da ku welatî û fermanberên Herêmê mîna hemwelatiyên din ên Iraqê mafên xwe wergirin, wekî çawa Dadgeha Bilind a Federal jî ev yek biryar daye.

Di dawiyê de, şanda Herêmê dê daxwaz bike ku dosyeya mûçe û pêdiviyên bingehîn ji pîvana "xerckirina rasteqîn" û her astengiyeke din a ku dibe sedema derengketinê were cudakirin û mekanîzmayeke zelal û mayînde ji bo şandina pereyan di budceya federal de bê danîn.