Mesrûr Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê NY dawî pêşhatên Iraqê guftûgo kirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jenin Hennes Blackshart civiyan û dawî pêşhatên rewşa Iraqê guftûgo kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jenin Hennes Blackshart civiyan û dawî pêşhatên rewşa Iraqê guftûgo kirin.
Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên rewşa Iraqê hatin guftûgokirin. Ameje bi wê hat dayîn, Iraq di rewşeke dijwar re derbas dibe û pêwîst e hemû alî hestiyariya rewşê li ber çav bigirin.
Herwiha tekezî li wê hat kirin, ku alozbûna zêdetir a rewşê ne di berjewendiya xelkê Iraqê û navçeyê de ye û pêwîst e aştî û aramî li Iraqê bên parastin.
Baştirkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û hevahengiya zêdetir bi Netewên Yekgirtî re tewereke din a hevdîtinê bû.
S. B