Erdogan: Ew hewil didin agirbesta Lîbyayê mayînde be

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan radighîne: Ew hewil didin agirbesta Lîbyayê mayînde be.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan radighîne: Ew hewil didin agirbesta Lîbyayê mayînde be.

Erdogan îro digel Serokwezîrê Îtalyayê Guiseppe Conte hatin ba hev û pirsa Lîbya û Suriyê gengeşe kirin. Serokomarê Tirkiyê diyar kir, ko ew ji bo mayîndekirina agirbesta Lîbyayê dixebitin. Herwiha danûstandinên Serokê Hikûmeta Wifaq a Lîbyayê Fayiz es-Serrac û Fermandarê Arteşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalîfe Hefter jî, baş berdewam dike û ew hêviya lihevkirina wan dikin.