Li Lendenê, li 16ê vê mehê, civînek derbarê ketina firokeya Ukraynî li Îranê birêve diçe
Li Lendenê, 16ê vê mehê, civînek derbarê ketina firokeya Ukraynî li Îranê birêve diçe. Wezîrê derve yê Ukranya jî dibêje, Îranê soz daye, her du sendoqên reş radestî wan bike.
K24- Hewlêr
Li Lendenê, 16ê vê mehê, civînek derbarê ketina firokeya Ukraynî li Îranê birêve diçe. Wezîrê derve yê Ukranya jî dibêje, Îranê soz daye, her du sendoqên reş radestî wan bike.
Vezîrê derve yê Ukranya Vadîm Birîstayku ragihand, ku dê di 16ê vê mehê de, ji bo gotûbêjkirina wergirtina rêkarên yasayî li dijî Îranê, civînek li Lendenê birêve biçe .
Herweha Wezîrê derve yê Ukranya got jî, ku Îranê soz daye wan, her du sendoqên reş radestî wan bikin.
Roja Çarşemiyê ya derbasbûyî firokeyek Ukraynî, bi mûşekek Sûpaya Pasdaran a Îranê li Tehranê ketibû xwarê û di encam de 176 kesan jiyana xwe jidest da bûn.