Daxuyanîyek ji serokê Herêma Kurdistanê ve

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bersiva emîndarê giştî yê Hizbullah a Lubnanî da û ragehand, di gotarekê de dûr ji şêwaz û etekêtên sîyasî , bi awayeke nehejê beraneber bi serok Barzanî û û qurbanîdan û qehremanîya Pêşmerge axivtîye.

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bersiva emîndarê giştî yê Hizbullah a Lubnanî da û ragehand, di gotarekê de dûr ji şêwaz û etekêtên sîyasî , bi awayeke nehejê beraneber bi serok Barzanî û û qurbanîdan û qehremanîya Pêşmerge axivtîye.

 

Deqa wê daxuyanîyê:

Birêz Hesen Nesrûllah, emîndarê giştî yê Hibullah a Lubnanî di gotarekê de, dûr ji şêwaz û etekêtên sîyasî, bi awayeka nehejî derheq bi serok Mesûd Baraznî û qurbanîdan û qehremanîya Pêşmerge axivtîye. Cihê daxê ye keseke wek birêz Nesrûlla bê li berçavgirtina rola dîrokî ya serok Barzanî li berengarbûna rijêmên diktator û rola meydanîya wî di têkşikandina Daişê dem bi vî awayî hestê gelê Kurdistanê birîndar bike.

Serok Barzanî tevaya temenê xwe di berengarbûna zorê û zordaran de û ji bo azadîya gelê xwe bexşîye. Di şerê berngabûna Daişê jî de, wek fermandeyê hêza Pêşmerge bi awayeka rasterast a meydanî û li gel hêza Pêşmerge di çeperê de roleke qehremanane leyîzye, ku hemû gelê Kurdistanê û piranîya serkirdeyên cîhanê azayî û qehremanîya Pêşmerge û cenabê serokî şahidî dan.

Gelê Kurdistanê tim hevkarîyên dostên xwe dizane û li ber çavane û supasîya hemûyan ewên dike li şerê Daişê alîkarê Herêma Kurdistanê kirîne, û birêz ve li piştgîrîta wn dinere û qet ji bîr nake.

Gelê Kurdistanê û Pêşmerge zêdetir ji sedeyekê ye, berengarî mizitirîn û hovanetirîn hêrişên qirkirinê dibe, di şerê Daişê de jî,  Herêma Kurdistanê paraztin û pişikdarbûn li paraztin û rizgarkirina gelek cihên din yên Îraqê, Evro jî, paraztina aştî, bi hev re jîyanê û berengarbûna terorê, bi erkê xwe yê herî pêşîn dibînin di demkê de ku rewşa deverê weha dixwaze em hemû kar bo aramkirin û vegeran akincîyê bikîn.

 

Nêçîvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

13/1/2020